Kurdistanî bi xêr û xweşî Newroza xwe bi rê dikin
Kurdistanî îro der ketin seyran û bi şadî û xweşî Newroza xwe bi rê kirin.
Weke her sal Kurdistanî li seraserê Kurdistanê de bo pîroz kirina cejna xwe ya Netewî û sersala nû der ketin seyrangehên curbicur yên Kurdistanê û Newroza xwe bi şadî û xweşî bi rê kirin.
Kurdistanî ji serê sibê ve der ketin û çûne seyranê û bi coşeke mezin û di şadî û dîlanan yekem roja Newroza xwe di rewşeke aram û bi ewle de birê kirin.
Ji aliyeke din ve jî hijmareke gelek zêde ji Kurdên Rojhilatê Kurdistanê û Penaberên Rojavayê Kurdistanê jî beşdariya seyran û şadiyên Newrozê kirin.
Weke tê zanîn li Rojhilatê Kurdistanê îsal pîroz kirina Newrozê bi awayekî girseyî hatibû qedexekirin lewre beşeke mezin ji Kurdên Rojhilatê hatine Başûrê Kurdistanê û Newroza xwe li Başûrê welat pîroz kirin.
