Terorîst pira navbera Kelar û Celewla teqandin
Terorîst pira navbera Kelar û Celewla li devera Xaneqînê teqandin.
Di vê derbarê de Peyamnêrê me eşkere kir ku îro hijmareke Terorîst li devera Xaneqînê bi rêya teqandina tirimbîleke bombekirî pira navbera Kelar û Celewlayê teqandine.
Çavkanî eşkere kir ku terorîst li ser pira Sîrwan li bajarokê Celewla de tirimbîleke bombekirî teqandine û di encam de beşeke mezin ji pira navbera Kelar û Celewlayê jî hatiye hilweşandin.
Di encama ev kiriyara han de tirimbîleke din ketiye nava avê û 5 kesan canê xwe ji dest daye û welatiyeke din jî birîndar bûye.
