• Saturday, 14 February 2026
logo

DNO du bîrên nû yên neftî li Kurdistanê vedît

Gulan Media March 18, 2014 Nûçe
DNO du bîrên nû yên neftî li Kurdistanê vedît
Kompanîya neftîya DNO ya norwêjî ragihand, ku di berdewamîya kar û çalakîyên xwe de li Kurdistanê, du bîrên dinên neftî li nêzîkî bîrên neftîyên Tawkê li Herêma Kurdistanê dîtine û dest bi deranîna neftê lê kirine. DNO herwiha ragihandiye, ku niha rojane 37 hezar bermîl neft li Kurdistanê berhem dihîne.

Kompanîya DNO herwiha daye xuyakirin, ku heyva bihorî berhamanîna di bîrên neftîyê Tawkê yên li Herêma Kurdistanê de bo rêjeya 155 hezar bermîl di rojekê de zêde bûye.

Li gor zanyarîyên ku DNO aşkira kirine, armanca evê kompanîyê ewe ku heta dawîya îsal rêjeya berhamanîna neftê bigihîjine 270 hezar bermîlan.

Top