• Saturday, 14 February 2026
logo

DAÎŞê kuştina serkirdeyê xwe yê leşkerî ragihand

Gulan Media March 10, 2014 Nûçe
DAÎŞê kuştina serkirdeyê xwe yê leşkerî ragihand
Rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) kuştina serkirdeyê xwe yê leşkerî li Sûriyê, Ebû Mikrime el-Ensarî, ragihand.

Duh, 09.03.2014, DAÎŞê li ser Twitterê ragihand ku serkirdeyê wê yê leşkerî Ebû Mikrime el-Ensarî û kesekî din bi navê Ebû Wehîb hatin kuştin, bêy ku aşkere bike bê pileya Ebû Wehîb di nava DAÎŞê de çibû.

Herwiha DAÎŞê ti zaniyarî li ser cihê kuştina Ebû Mikrime û Ebû Wehîb ne weşandin, lê aşkere kir ku ew li ser destê hêzên Artêşa Sûriyê hatine kuştin.

Berî çend rojan jî, DAÎŞê ragihand ku berpirsê daryiya giştî ya DAÎŞê, Ebû Bekir Helebî, ku yek ji damezrênerê “Îdareya Îslamî ya Xizmetguzatî li Reqayê” bû, li ser destê grûpên opozîsyonê hat kuştin.

Hêjayê gotinê ye ku ji dawiya sala 2013an ve grûpên çekdar ên ser bi opozîsyona Sûriyê ve şer li dijî rêxistina DAÎŞê ragihandine.

Lê tevî wê yekê niha DAÎŞê bajarê Reqayê xistiye bin kontrola xwe de û “Şrîeta Îslmaî” bi ser xelkên wî bajarî de sepandiye û grûpeke jinan jî pêk aniye herwiha bacê jî ji hevwelatiyên Mesîhî destine.

Rudaw
Top