• Saturday, 14 February 2026
logo

Malikî bo veşartina sernekeftina xwe şerê Kurdistanê dike

Malikî bo veşartina sernekeftina xwe şerê Kurdistanê dike



Serokwezîrê Îraqê bo veşartina sernekeftina xwe şerê Kurdistanê dike.

Endamê firakisyona Mewatin ya bi Serokatiya Emar Hekîm, Cewad Bizonî ragehand ku Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî piştî ku li Enbarê di şerê dijî DIŞIê de şikest xwar û ser nekeft bo veşartina şikesta xwe dest bi şerê Kurdistanê kir.

Bizonî herwiha derbarê daxuyaniyên Malikî yên derbarê Parlementoya Îraqê de jî diyar kir ku ev daxuyaniyên han bi armanca propagendeya hilbijartinan hatin kirin û hikûmeta Nûrî Malikî jî hikûmeta afirandina nakokî û aloziyan e.

Top