Fênik beşdarî li pêşbirka şaciwanên Ereb dike
Birêvebirê bi bazarkirinê li desteya geştûguzarê ya Herêma Kurdistanê Şîrwan Tewfîq ji Xendanê re ragihand ku li du çalakiyên cuda de şaciwana Kurdistanê bo 2013`an Fênik Mihemed li Emerîkayê beşdarî li festîvalekê dike, her weha wê beşdariya pêşbirka hilbijartina şaciwaniyên welatên Erebî jî bike.
Sîrwan Tewfîq got: Pêşbirka hilbijartina şaciwana welatên Ereb li bajarê Hewlêrê birêve diçe, jiber ku Hewlêr buye paytexta geştyarî ya welatên Erebî.
Fênik Mihemed, ji dayîkbuya Silêmaniyê sala1988`an û li 27/10/2013`an de weku şaciwana Kurdistanê hate hilbijartin, eve jî piştî ku cara yekem Şinê Ezîz weku şaciwana sala 2012`an hatibû hilbijartinê.
Xendan
