• Thursday, 12 February 2026
logo

Fetwayeke Urdonî bo herackirina jinên Surî; ´´Her zelamek dikare 50 jinên Sûrî bike carîye´´

Gulan Media December 22, 2013 Nûçe
Fetwayeke Urdonî bo herackirina jinên Surî; ´´Her zelamek dikare 50 jinên Sûrî bike carîye´´
Di fetwayeke gelek seyr de sebaret bi gelê Sûriyê, şêxekî selefî yê Urdonî fetweyayê dide ku her zelamek dikare 50 jinên Sûrî bike bi carîyên xwe.

Di girteyekî vîdeoyî de Şêx Yasîn Eclonî ku yek ji şêxên selfî yê Urdonê ye ragihandiye ku: Kêşeya raguhastin û koçkirina Sûriyan bi wê yekê çareser dibe ku xanimên penaber yên Sûrî daxwazê ji zelaman bikin biçin proseya hevsergîriyê li gel wan, çûnkî niha kes nîne ku jiyan û asayîşa jinên penaberên wî welatî biparêze.

Ew şêx dibêje: Li şûna zanayên olî yên Şam û Sûriyê ez vê fetweyê derdixim û daxwaz ji jinên wî welatî dikim ku bi xwe daxwaza hevsergîriyê li kesên musliman bikin taku ji destdirêjiyê bêne parastin.
Eclonî ragihandiye ku her zelamek dikare 50 jinên Sûrî bîne û bi wan re bizewice û bike mulkê xwe.

Di ola Îsalê de her mêrek dikare bi 4 jinan re nîkah bike yanko peymana hevjînîyê pê re girê bide, lê li gel ewê çendê her mêreke musulman dikare bê hejmar kenîz û carîye jî ji xwe re bigre ku kenîz û carîye li gor ola îslamê, kesên xodan azadî nînin û bi navekê din ji wan re ´Koyle´ dihê gotin.

Li gor bawerîyên ola îslamê zelamê musulman maf heye her demekê ku bixwaze û bi her awayî, nêzîkatîya seksî li gel kenzî û carîyeyên xwe bike. Di serdema niha de çalakvanên mafên mirovan bi tundî rexne li ewan rênimayî û bawerîyên ola îslamê digirin û tekezî li ser ewê dikin ku ew bawerî li dijî mafên mirov û yeksanîya navbera jin û mêre. Herwiha ew yek dij bi hemû qanûnên navdewletîyên serdeme.
Top