• Thursday, 12 February 2026
logo

YPG´ê amara şer û çalakîyên xwe yên di sala 2013 de belav kir

Gulan Media December 22, 2013 Nûçe
YPG´ê amara şer û çalakîyên xwe yên di sala 2013 de belav kir
Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê pevçûnên sala 2013'an aşkera kir. Li gorî vê yekê, di pevçûnên nava salê de 376 leşkerên rejîma Beisê û 2,923 çeteyên Eniya El Nûsra û DAIŞ'ê hatin kuştin. Di daxuyaniyê de hatiye ragihandin ku di pevçûnan de 379 hêzên YPG/YPJ û Asayîşa Rojava û endamên meclisan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya pevçûnên sala 2013'an ên bi çeteyên El Qaîdeyê û hêzên rejîmê re aşkera kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di pevçûnên nava salê de ji rejîma Beisê, tevî gelek fermandaran 376 leşker hatine kuştin.

YPG'ê ragihand ku di encama pevçûnên ji ber êrîşên çeteyên ser bi El Qaîdeyê de, di nava salê de 2,923 çeteyên Eniya El Nûsra, Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) û tabûrên çeteyan, hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de der heqê dîlgirtiyan de jî agahî hat dayîn û hat gotin, "790 leşker û fermandar ji hêzên rêjîmê û asayîşa rêjîmê hatin dîlgirtin. Piraniya wan serbest hatin berdan û radestî xwediyên wan hatin kirin. Her wiha 587 ji çeteyan hatin girtin û bêbandorkirin. Kesên biyanî jî ku li Sûriyê şer dikirin 91 kes in."

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku di encama topbaran, bombebaran, teqandin, îşkence, şer û pevçûnên di nava salê de 379 şervanên YPG/YPJ, hêzên Asayînê û endamên Meclîsan jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyaniyê de der heqê çek û cebilxaneyên ji komên çete û Hêzên rejîma Baasê hatine desteserkirin de jî ev agahî hat dayîn:

Cebilxaneyên hatine desteserkirin jî bi vî awayî ye:

- 12 tang
- 145 topên tangan
- 7 panzêrên veguhastina leşkeran
- 34 doçka: 13 doçka 12.5, 17 doçka 14.5, 4 doçka 23.5
- 240 maşîn
- 43 maşinên leşkerî (Zîl)
- 27 topa Hawanan
- 560 topên hawan bi eyarên cur be cur
- 2 top ên eyar 122
- 147 topên top
- 35 RBG
- 980 fuzeyên RBG
- 19 çekên sekvan
- 11 heb M16
- 38 BKC
- 2967 çekên Kilaşînkof
- 421 damançe
- 84 ton ji madeyên bombeyî û mayînan
- 7 Katiyoşa
- 38 dûrbînên şevê
- 297 dûrbînên rojê
- 4 alavên avêtina bombeyan
- 5 top ên bi navê dojeh
- 95 amûr û telefonên bêtêl
- 9 kamera
- 16 kompûterên laptop
- 2900 bombeyên destan
- 78 fuzeyên cur be cur
- 548 hezar fîşek kilaşînkof û BKC + 46 hezar fîşekên doçka ji hemû eyaran
Her wiha li gel hermarek ji cebilxane û madeyên lojîstîkê hatin desteserkirin.
Alav û çekên ku hatine rûxandin ev in: “9 Tang + 6 tangên veguhastina leşkeran + 56 maşinin doşka li ser.”

Hawarnews
Top