Girtiyên Rojhilatî hatin azad kirin
Îro li Hewlêrê ew 6 welatiyên Rojhilatê Kurdistanê yên ku, di dema xwepîşandana berdem Konsulusxaneya Îranê de êrîşî Konsulusxaneyê kiribûn û pişt re ji aliyê polîs ve hatibûn girtin, hatin azadkirin.
Hêjayê gotinêye ku, ew 6 welatiyên Rojhilatê Kurdistanê di roja 14ê meha derbasbûyî li Hewlêrê de di dema xwepîşandanekî de êrîşî ser Konsulusxaneya Îraqê kiribûn.
