Serok Barzanî bû kesayetiyê diyar yê sala 2013an
Rojnameya The Independent ya Berîtanî di raporteke xwe de behsa Serok û kesayetiyên diyar yên sala 2013an kiriye û div ê raporta han de Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî weke diyartirîn kesayetiyê sala 2013an ya li ser asta Kurdistan û Cîhanê diyar kiriye.
Di beşeke din ya wê raporta han de hatiye nivîsandin ku, Serok Barzanî weke psporekî jêhatî di du qonax û serdemên cuda cuda de jiyan kiriye û kariye di bin siya psortiya xwe de çarenûsa Kurd li Îraqê de diyar bike.
Di berdewamiya wê raportê de behsa rewşa niha ya Kurdistanê jî hatiye kirin û hatiye nivîsandin ku, Serok Barzanî kariye piştî zererên raperîna sala 1991an û piştî karesata êrîşa Sedam ya li ser Kuwaitê navçeyeke azad binavê Kurdistanê dabimezrîne û niha Kurdistan bûye yek ji wan navendên herî girîng yên cîhanê.
Barzanî kariye di warê peywendiyan de hevsengiyek di navbera peywendiyên Kurdistan, Amerîka, Tirkiye û Îranê de çê bike û bi zimanê Kurdî li Amedê peyvek pêşkêş kir û behsa biratiya Kurd û Tirkan kir.
