Peyama pîrozbahiya Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo 5. salvegera damezrandina KNN
Bi helkefta pêncehemîn salvegera damezrandina kanala we, pîrozbahiyên xwe pêşkêşî Birêveberî û hemû karmendên we dikim.
Gelê Kurdistanê qonaxên gelek dijwar derbaskir û bi sadetirîn îmkanan ve berev rûyê wan hewlan ve bû ku ji bo qîrkirin û bêdengkirinê didan. Cihê xweşhaliye ku niha li sayeya azadî û pêşkeftinan ve gelê me ew derfet heye rewayiya doza xwe bi cîhanê binasêne. Niha Kurdistan xwedî hejmarekî zêdeyê navendên ragihandinê ye, gelê Kurdistanê li benda eweye ragihandin bibê qutabxaneyek ji bo belavkirina hestên nîştîmanperwerî û bawerî bi xwebûn û bergirîkirina li kêşeyên neteweyiyan û mafê mirov û azadî û pêkvejiyanê.
Hêvîdarîn hemû pêkve bibin dengê raste rasta gelê me û hest bi berpirsiyariya dîrokiya xwe bikin û bi bergirîkirina hizr û bîra neteweyî û hişyariya gelê me rê nedin deng û rengê wê bê têkdan û bawerî bi xwe bûna wan bê lawaz kirin.
Vê helkefta we pîroz dikim û serkeftî bin.
Li gel rêzên min
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
21/12/2013
