• Thursday, 12 February 2026
logo

Birayên Ocalan li ser wêneyên wî diaxifin

Gulan Media December 21, 2013 Nûçe
Birayên Ocalan li ser wêneyên wî diaxifin
Her du birayên serokê girtî yê PKKê Abulah Ocala, Mihemed û Osman Ocalan derbarê her du wêneyên birayê wan ku duh di medyayê de belav bûne daxuyanî dan.

Mihemed Ocalan beşdarî buletneke Rûdawê bû û derbarê wêneya de got “Ez nizanim bê ev wêne kî belav kirine, lê Ocalan ne wiha qelew bû, ez bawerim wêne bi awayekî baş nehatine kişandin”.

Di yek ji wêneyên ku ji aliyê HDPê ve hatine belavkirin de, Abdulah Ocalan li ser masyekê gotûbêjê digel her du Hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş û parlamentera BDPê Pervîn Buldan dike.

Di wêneya duyê de, Ocalan ê ku di sala 1948an jidayikbûye, bi por û simbêlên spî diyar dibe, lê ew ji dema ku berî 14 salan li Kînyayê hatibû girtin, qelewtir xuya dibe.

derbarê pirsa ku eger piştî belavkirina wêneyaên dê vîdyoya Ocalan jî were belavkirin an na, Mihemed Ocalan got “Ev yek girêdayî pêvajoya aştiyê û gavên hikûmeta Tirkiyê ye, eger pirsa Kurd pêşve biçe dibe ku ev yek jî pêk were û vîdyo jî bêne belavkirin”.

Birayê din ê Abulah Ocalan, Osman Ocalan ji Rûdawê re ragihand “Gaveke başe ku dewletê rê daye wêneyên Apo bêne belavkirin, di baweriya min de piştî belavbûna van wêneyan dê jiyana Apo baştir bibe û dê gavên din jî bêne avêtin”.

Osman herwiha got “Apo berî 14 salan pora wî ne ewqas spî bû, wê demê zindîtir diyar bû, niha wek kesekî pîr derdikeve, dema min ew wêne dîtin ez xembar bûm ku Apo wiha pîr bûye û ez pê êşiyam”.

Derbarê şandên BDPê ku serdana Ocalan dikin û emaneta veguhastina axaftinê wî de, Osman got “Berî hinek ji parêzerên Ocalan wek Mehmûd Şekar axaftinên Apo dguhartin û tiştên girîng jê re behs nedikirin, lê Pervîn Buldan û Selahedîn Demîrtaş kesatiyên basin û baştir dikarin nêzîkî bibin”.

Osman Ocalan ku ji PKKê qeriyaye û li Başûrê Kurdistanê dijî, herwiha got “Pervîn Buldan şehîdek daye û hevjînê wê şehîd bûye, herwiha Selahedîn jî dixebite û karê baş di dest wî de heye”.

Rudaw
Top