• Thursday, 12 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê dike

Gulan Media December 21, 2013 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê dike
Hefteya dahatû Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel şandekê serdana Bexdayê dike. Li gor agahiyên hatine bidestxistin, peywendiya vê serdanê bi kêşeya butçeya Herêma Kurdistanê ve heye.

Derbarê mijarê de çavkaniyeke agahdar ji BasNewsê re got: ‘’Ji bo çareserkirina kêşeya butçeya Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel şandekê serdana Bexdayê dike.’‘

Endama Lijneya Darayî ya Parlamentoya Kurdistanê Necîbe Necîb jî bo BasNewsê wiha axifî: ‘’Niha butçeya İraqê ya sala 2014’ê li Civata Wezîran a İraqê ye. Ji bo çareserkirina kêşeya butçeya herêmê ligel Bexdayê, divê Serokwezîrê Kurdistanê bi xwe serdana Bexdayê bike. Ji ber egere wek salên borî butçeya herêmê kêmî ji sedî 17 be, zerarê dighîne Herêma Kurdistanê.’‘

Necîbe Necîb, da zanîn ku dê hemû rêyên yasayî û destûrî bikar bînin lê belê rûniştina raste rast a Herêma Kurdistanê û Bexdayê girhingtir e û wiha pêde çû: ‘’Heta niha jî nayê zanîn ka butçeya Herêma Kurdistanê ya sala 2014’ê çiqas e, lê berdewam ji sedî 17’ê ku hatiye diyarkirin kêmtir bûye.’‘

Wekîlê Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê Reşîd Tahîr berî niha gotibû ku butçeya 2013 ya Herêma Kurdistanê tenê ji sedî 10.8’ê butçeya İraqê bûye û her car bi hincetekê butçeya Kurdistanê kêm dike.

Basnews
Top