• Thursday, 12 February 2026
logo

Li Silêmaniyê teqîn: 5 kes birîndar bûn

Gulan Media December 21, 2013 Nûçe
Li Silêmaniyê teqîn: 5 kes birîndar bûn
Di encama teqîna bombeke vedayî de li bajarê Silêmaniyê yê başûrê Kurdistanê, 4 polîs û sivîlek birîndar bûn.

Îşev (20.12.2013) derdora saet derdora 22:00 li devera Serçinarê ya Silêmaniyê li ber deriyê xaringehekê bombek teqiya.

Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, di bûyerê de 4 polîs û sivîlek birîndar bûn. Hat zanîn rewşa birîndarekî nebaş e.

Peyamnêrê Rûdawê ji Silêmaniyê da zanîn ku hêzên ewlehiyê derdora cihê bûyerê girtine û bi gumana hebûna otomobîlên bombekirî bi tundî kontrol dikin.

Parêzgarê Silêmaniyê Behrûz Heme Salih ku li cihê bûyerê bû, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, cihê ku bombe lê teqiyaye hêzên ewlehiyê li wir dimîne ji ber wê jî teqîn li dijî hêzên ewlehiyê bûye.

Li gorî şahidekî bûyerê, dengê teqînê pir bihêz bû.

Hat zanîn ku kameraya peyamnêrê Rûdawê ji aliyê hêzên polîs ve hatiye şikandin.

Rudaw
Top