• Thursday, 12 February 2026
logo

ENKSê biryara dawî derbarê rêveberiya demî dide

Gulan Media December 21, 2013 Nûçe
ENKSê biryara dawî derbarê rêveberiya demî dide
Tê çavderêkirin îro Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) helwesta xwe ya dawî derbarê rêveberiya demî de ku ji aliyê PYDê ve hatiye ragihandin, aşkere bike.

Civînên di navbera ENKSê û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) ji roja sêşema borî ve di bin çavdêriya Serokatiya Herêma Kurdistanê de didomin, lê heta niha her du encûmenan biryar li ser xalên ku li ser wan li hev kirine nedane.

Li gorî çavkaniya zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, Îro şemiyê Sekreterên Partiyên di nava ENKSê de dê saet 9 bi dema Hewlêrê li hev bicivin û xalên ku hêj cihê nakokiyê ne di navbera wan û EGRKê de gotûbêj bikin da ku helwesta xwe ji wan bigrin û ligel şanda EGRKê diyalogê li ser wan bikin.

Herwiha biryar e îro saet 11ê sibehê her du şandên ENKSê û EGRKê ligel hev bicivin û danûstandinên xwe bidomînin. Li gor heman çavkaniyê, şanda EGRKê çend daxwaz pêşkêşî şanda partiyên ENKSê kirine, mîna ku divê şanda kurdî ji bo kongreya Cenêv2 yek şand be û bi navê Desteya Bilind a Kurd (DBK) be û hewl bê dayîn da ku pirsa Kurd bibe xaleke serbixwe di rojeva kongreyê de.

Çavkaniyê got partiyên ENKSê di civîna xwe ya îro de dê helwesta xwe derbarê van xalan de aşkere bike.

Derbarê yekdengî û yekhelwestiya ENKSê de, çavkaniyê ji Rûdawê re aşkere kir ku nêrînên cuda di nava pariyên ENKSê de hene lê ew di danûstandinan de bi yek helwestê ne.

Li gorî çavkaniyeke taybet, rêveberiya demî xala herî sereke ye ku heta niha her du encûmenan li ser li hev nekirine.

EGRKê dibêje hemû xalên ku li ser li hev kirine girêdayî rêveberiya demî ne, wate eger ENKSê tevlî rêveberiyê nebe yan jî bi kêmanî li dijî wê nesekine dê ti lihevkirinek çênebe.

Çavkaniyê diyar kir ku şanda EGRKê helwesteke tund derbarê YPGê de diyar dike û heta niha red dike ku ev mijar bê behskirin.

Roja pêncşema borî, çavkaniyeke taybet ji Rûdawê re axifîbû û tekez kiribû ku lihevkirin li ser hinek xalan hatiye kirin û yekalîkirin, weke deriyê sînorî yê Sêmalka, berdana girtiyan û kongreya Cenêv2.

Rudaw
Top