• Thursday, 12 February 2026
logo

Li Efrînê qaçaxçiyekî Kurd ji aliyê YPGê ve hat kuştin

Gulan Media December 21, 2013 Nûçe
Li Efrînê qaçaxçiyekî Kurd ji aliyê YPGê ve hat kuştin
Xortekî Kurd ê xelkê herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bi guleya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ên girêdayî PYDê hat kuştin.

Peyamnêrê Rûdawê li Efrînê ragihand ku berî 2 rojan li gundê Meydan Ekbez yê Efrînê li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de, xurtekî kurd ji aliyê YPGê ve hat kuştin.

Her wiha got “Qaçaxçiyê bi navê Welîd Hec Yûsif piştî ku ji ser sînor vedigeriya û gihişte nav gund, YPGê ew fîşek lêxist û ew kuşt”.

Peyamnêrê Rûdawê aşkere kir qaçaxçiyên wî gundî ji Rûdawê re piştrast kirine ku “ew xort ji aliyê YPGê ve hatiyê kuştin”.

Qaçaxçiyê ku hatiye kuştin xelkêgundê “Penêreka” yê Efrînê ye û îro cenazeyê wî hate veşartin.

Gundê Meydan Ekbez ê li ser sînorê Tirkiyê gelekî ji aliyê qaçaxçiyan ve tê bikaranîn û ew zêdetir kel û pelên xwarinê derbasî Efrînê dikin.

Li gor zanyariyên ku dest Rûdawê ketine, Welîd Hec Yûsif karê wî bi tenê rakirina barên ku ji aliyê Tirkiyê dihatin Gundê Meydan Ekbez.

Rudaw
Top