• Thursday, 12 February 2026
logo

Berîtaniya piştgîriya gelê Kurd dike

Gulan Media December 20, 2013 Nûçe
Berîtaniya piştgîriya gelê Kurd dike
Hikûmeta Berîtaniyayê soz daye daku, piştgîriya gelê Kurd bike.

Hikûmeta Berîtaniyayê nameyek ji nuneratiya hikûmeta Kurdistanê ya li Londonê re şandiye û di wê nameya han de hikûmeta Berîtaniyayê soza vê yekê daye daku, li ser asta navnetewî de bo bi Genevsid nasandina komkujiyên ku, li ser gelê Kurd hatine meşandin piştgîriya hikûmet û gelê Kurdistanê bike.

Berpirsê karêbarên Rohilata Navîn ya wezareta derve ya Berîtaniyayê eşkere kiriye ku, pêştir 182 welatiyên Kurd yên ku, li Berîtaniyayê dijîn nameyek pêşkêşî Serokwezîrê Berîtaniyayê kiribûn û bo bi genoside nasandina komkujiyên ku, li ser gelê Kurd hatine meşandin daxwaza hevkariyê kiribû.

Çavkanî eşkere kir ku, Serokwezîrê Berîtaniyayê ew daxwaza han qebûl kiriye û soz daye li ser asta navnetewî de piştgîriya hikûmet û gelê Kurd bike.
Top