Bexda bi dehan miliyon dînar deyêndarê pêşmergeye
Peyvdarê wezareta pêşmerge ya hikûmeta Kurdistanê Cebar Yawer ragehand ku, hikûmeta Bexdayê heta niha derbarê hin mijaran bi taybetî derbarê meseleya pêşmerge de xal û madeyên destûra bingehîn cîhbicîh nekiriye.
Yawer di beşeke din ji axaftinên xwe de eşkere kir ku, hikûmeta Îraqê niha bi deha miliyon dînar deyêndarê hêzên pêşmergeye.
Nav hatî tekez li ser vê yekê kir ku, ji sala 2004an ve hate sala 2013an hikûmeta Îraqê beşa bûdceya diyar kirî ya hêzên pêşmerge nedaye û ew pereyên han niha 13 tirilyon dînare.
