Çekdarên DAÎŞ’ê 71 hevweltiyên Kurd berdan
Roja (13.12.2013) derdora 500 endamên komên çete yên DAIŞ’ê bi 55 otomobîlan ku 30 ji wan doçka li ser bûn, êrîşî gundê Ihris a girêdayî Ezaz a Helebê kirin ku şêniyên wê kurdin û 170 hevwelatiyên Kurd revandin.
DAÎŞ’ê rojekê piştre nêzîkê nîvê wan hevwelatiyan berdan ku di nav wan de jin û zarok jî hebûn û 73’ê yên din li cem xwe hiştibûn. Rewangeha Mafê Mirovan li ser malpera xwe ya fermî belavkir ku DAÎŞ’ê 71 hevwelatiyên Kurd ku berî niha ew revandibûn, ew berdane.
Rewangehê eşkere kir ku hînek kel û pel û nasnameyên wan hevwelatiyan li cem DAÎŞ’ê ne, û du hevwelatiyên din jî li cem wan girtî mane. Ji 2’ê Kanûnê ve DAÎŞ’ê her du bajarên Kobanî û Efrînê dorpêçkirine û nahêle êdî tu kel û pelên xawarinê û derman derbasî wan bajaran bibin.
Basnews
