Parlemanterê BDPê Ozdal Uçer: Serbilindim ku endamê PKK me
Parlemanterê Partiya Aştî û Demokrasiyê BDP `ê Ozdal Uçer li parlemana Tirkiyê got: “PKK rêxistinekî terorîst nîne û ez serbilindim ku ez endamê Partiya Karkerê Kurdistan im.”
Li hemberî ew axavtina parlemanterê BDP, cîgira serokê parlemana Tirkiyê Ayşenûr Baxçe Kapil ew nêzîkatiya Uçer şermezar kir û sizayê şermezarkirinê bi ser Uçer de sepand.
Ew gotinên Uçer rastî nerazîbûneke mezin ji aliyê parlemanterên CHP û MHP û AK Partiyê hat.
Cîgirê serokê fraksyona MHP Uktayî Vural ragihand: “Fraksyona wan bi bi wê sizayê razî nabe ku serokatiya parlemanê bi ser Uçer de sepandiye.”
Ji aliyê xwe ve jî cîgirê serokê fraksyona AKP Mahîr Onlu got: “PKK rêxistinek terorîste û 25 sale ew partiye tundûtîjiyê bikar tîne, eve rastiyeke û nayê înkar kirinê. Em pabendê destura welatê xwe ne û li dijî axaftina Uçer in.”
Cîgirê serokê fraksyona CHP Engîn Altay jî bi tundî axaftinên Uçer şermezar kir û got: “Em rê nadin ku li nava parlemana Tirkiyê kes piştgîriya PKK`ê bike. Em axaftina Ozdal şermezar dikin. Çûnkî hikûmet heftane li gel serokê PKK çavpêkeftinan dike û Uçar jî bi vî awayî diaxive.”
Herweha piştî ku cîgira serokê parlemana Tirkiyê sizaya şermezar kirinê bi ser Ozdal Uçer de sepand, Uçer ji hola parlemanê derket derve.
A.A
