Serokwezîrên Kurdistan, Lubnan û Tirkiyeyê û serokê parlemana Iraqê li Konya dîdar dikin
Li gor daxuyaniya Serokwezîrtiya Tirkiyê, dê her yek ji serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, serokwezîrê Lubnanê Necîb Mîqatî û serokê parlemana Iraqê Usame Nucêfî serdana Tirkiyê bikin.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Erdogan dê bi hevaltiya Barzanî, Nucêfî û Mîqatî li bajarê Konya tevlî merasîma “Mewlana Romî” bibe ku dê di çarçoveya wê de çend porje jî bihêne vekirin.
Her li gor evê daxuyaniyê, Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan û Serokwezîrê Kurdistanê Barzanî dê di demjimrê 6.30 êvarê li gor dema Hewlêrê de li hotela Dedeman a li bajarê Konya bicivin.
Her di evê bareyê de wezîrê derve yê Tirkiyeyê Ehmed davudoglu jî ragehandiye ku, Duh Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyeyê kiriye.
Davudoglu herwiha eşkere kiriye ku, dê serokwezîrê Tirkiye û Kurdistanê bi hev re bicivin û guftûgo li ser çend mijarên girîng bikin.
