• Thursday, 12 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî û Erdogan îro dicivin

Gulan Media December 17, 2013 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî û Erdogan îro dicivin
Îro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî digihe Tikriyê û li bajarê Konya digel Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan dicive.

Li gor daxuyaniya Serokwezîrtiya Tirkiyê, îro dê her yek ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Parlamentoya Iraqê Usame Nucêfî û Serokwezîrê Libnanê Necîb Mîqatî serdana Tirkiyê bikin.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Erdogan dê bi hevaltiya Barzanî, Nucêfî û Mîqatî li bajarê Konya tevlî merasîma “Mewlana Romî” ku dê di çarçoveya wê de çend porje bêne vekirin.

Her li gor daxuyaniyê, Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan û Serokwezîr Barzanî dê bi saet 6.30 êvarê bi dema Hewlêrê li otela Dedeman li bajarê Konya bicivin.

Rudaw
Top