• Thursday, 12 February 2026
logo

Serok Barzanî û Konsulusê Amerîkayê civiyan

Gulan Media December 16, 2013 Nûçe
Serok Barzanî û Konsulusê Amerîkayê civiyan
Serokê Kurdistanê pêşwaziya Konsulusê Amerîkayê yê li Îraqê kir.

Duh li Selahedînê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî pêşwaziya Konsulusê Amerîkayê yê li Bexdayê Robert Beecroft û heyeteke pê re kir.

Di destpêka hevdîtinê de Konsulusê Amerîkayê ji ber hevdîtina han spasiya Serok Barzanî kir û herwiha jiber hevkarî kirina Penaberên Sûriya û Rojawayê Kurdistanê jî destxweşiya Serok Barzanî kir.

Konsulusê Amerîkayê eşkere kir ku, hevdem ligel hevkarî kirina wan Penaberan Kurdistanê hevkariyeke gelek baş pêşkêşî pêkhateyên din yên etnîkî û olî yên Îraqê kiriye ku, jiber gefên terorîstan malên xwe bicîh hêştine û hatine Kurdistanê lewre em weke hikûmeta Amerîkayê gelek spasiya hikûmet û gelê Kurdistanê dikin.

Robert Beecroft herwiha jiber hewldanên pir alî yên Serok Barzanî bo dîtin û girtina bikujî Rojnamewan Kawe Gerimiyanî spasiya Serok Barzanî kir.

Li hember de jî Serok Barzanî hevdem ligel bixêr hatin kirina heyeta mêwan, eşkere kir ku, her çend hijmara penaberên Sûriya û Rojawayê asta karînên Kurdistanê derbas kiribe jî lêbelê hevkarî kirina wan penaberan erkê me yê netewî û mirovatiye lewre em wê berdewam hevkariya wan bikin.

Derbarê hevkarî kirina pêkhateyên din yên olî û etnîkî yên Îraqê de jî Serok Barzanî got: Gelê Kurdistanê girêdayî bi çanda xwe ya bihevre jiyanê ye lewre Kurdistan jî navendeke bihevre jiyana olî û etnîkiye.

Derbarê teror kirina Rojnamewan Kawe Gerimiyanî de jî Serok Barzanî diyar kir ku, ew bûyera han gele me êşand, Kawe Gerimiyanî û kesûkarên vî qurbaniyên enfalên ne lewre teror kirina vî gelek me êşand.
Top