Zêdeyî 2 milyon koçberên Iraqê li Herêma Kurdistanê ne
Doh (14.12.2013) Rêkxerê Peywendiyê Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî ligel Nûnerê Iraqê, çend welatekî cîhanê, Nûnerê Netewên Yekbûyî (NY), Rêxistina UNHCR, Komsyona Bilind a Penaberan û hejmareke din a rêxistinên ser bi NY’ê civiya, ji bo gotûbêjkirina rewşa koçberhen Iraqê û penaberên din ên li Herêma Kuristanê.
Dîndar Zêbarî di civînê de ragehand ku hemû malbatên ji navçeyên naverast û başûrê Iraqê koçberî Herêma Kurdistanê bûne, herêmê deriyê xwe ji wan re vekiriye û got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû asankariyeke pêwîst ji bo mana wan koçberan kiriye.’‘
Zêbarî derbarê hejmara wan koçberan de jî wiha axifî: “Ji sala 2003’an heta niha nêzîka 37 hezar û 941 malbat, ku hejmara wan dike 2 milyon û 8 hezar û 675 kes, ji navçeyên naverast û başûrê Iraqê koçberî Herêma Kurdistanê bûne. Ew malbat ji erebên sinne, erebên şîe, xirhistiyan, turkman, kurd, sabiye û mendayiyan pêk tên.’‘
Li gor Zêbarî, ji ber aramiya ku li Herêma Kurdistanê heye ne tenê malbatên Iraqî koçberî Herêma Kurdistanê bûne lê hejmareke zêde ya penaberên Sûriyê, Tirkiyê û Îran jî berê xwe dane Herêma Kurdistanê, û vê yekê bandoreka rasterast li jiyan û warê aborî yê Herêma Kurdistanê kiriye.
Zêbarî daxwaz ji civaka navdewletî kir ku alîkariya Herêma Kurdistanê bike da planeke bihêz bê danîn ji bo liberçav girtina çêbûna her rewşeke awarte. Zêbarî diyar kir ku ji ber xirabiya rewşa ewlekariyê li navçeyên Iraqê berdewame tê pêşbînî kirin ku hejmareke zêdetir a koçberên Iraqê berê xwe bidin Herêma Kurdistanê.
Basnews
