BDP daxwaza berdana parlamenterên girtî dike
Hevseroka Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Gultan Kişanak derbarê berdana parlamenterên girtî de wiha axifî: ’Ji bo ku bêhiqûqî ji holê rabin divê dadgehên herêmî zend û bendên xwe badin û dawî li vê bêhiqûqiyê bînin. Ger encameke li gor biryara Dadgeha Destûrê dernekeve û biryara tehliyê neyê dayîn, dê evna bibe binpêkirina destûrê.’
Kişanak, li Girtîgeha Diyarbekirê serdana parlamentera BDP’ê Selma Irmak kir. Kişanak piştî serdanê ji çapemeniyê re axifî û got Dadgeha Destûrê derbarê parlamenterên girtî û dirêjiya dema girtîmayînê de biryareke girîng daye.’
Kişanak da zanîn ku biryara Dadgeha Destûrê herçiqas ji bo serdana şexsî hatibe dayîn jî hukmekî gelemperî ye û wiha axivî: ’Dadgeha Destûrê ji bo hiqûqa neteweyî asta herî bilind e û her kesî/ê li xwe digire. Biryarên ku ji vir derkevin divê bên cîbicîh kirin. Şeş parlamenterên partiya me yên girtî hene. Ji xeynî vê gelek serokên şaredariyê û rêveberên partiya me jî girtî ne. Divê rewşa van hevalên me dîsa were rojevê û li gor biryara Dadgeha Destûrê tevbigerin.’
Rudaw
