• Thursday, 12 February 2026
logo

Wezîrê Enerjiya Tirkiyê: Têsta boriya petrolê serkeftî bû

Gulan Media December 15, 2013 Nûçe
Wezîrê Enerjiya Tirkiyê: Têsta boriya petrolê serkeftî bû
Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz, ragihand, boriya hinartina petrola Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê bi awayekî serkeftî ji têstê derçûye.

Piştî ku Herêma Kurdistanê duh (13.12.2013) dest bi hinartina petrolê bi rêya boriya nû ya navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê re kir, Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz Duh (14.12.2013) ragihand, boriya petrolê ya navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê di ware jeng û riziyanê de hatiye têstkirin.

Li gorî medyaya Tirkiyê, Yildiz da zanîn, li gorî encamên têstê ti pirsgirêk nehatiye dîtin.

Tora Medyayî ya Rûdawê, wek yekemîn dezgehê ragihandinê eşkere kirbû ku hinartina petrola Herêma Kurdistanê di rêya boriya nû ya navbera Kurdistan ûTirkiyê de dest pê kiriye.

Hat zanîn ku duh û îro rojane 15 hezar bermîl petrolê derbasî Tirkiyê bûye.

Rudaw
Top