Li Xaneqînê 19 Karker hatin kuştin social networking
Hijmareke çekdar êrîş kirine ser pasekî Karkerên rafîneya ptrolê ya Nefxane û 19 karker kuştin.
Di vê derbarê de çavkaniyên ewlekarî ragehand ku, îşev hijmareke çekdar li devera Mendelî ya li Xaneqînê de êrîş kirine ser paseke weguhastina Karkerên rafîneya Neftxaneyê.
Çavkaniyên han eşkere kirin ku, di encama wê êrîşa han de 19 Karker hatine kuştin û 7 Karkerên din jî birîndar bûne.
Hate zanîn ku, piraniya wan Karkeran bo kompaniyeke Îranî kar kirine.
