‘Serxwebûna Kurdistanê xewna min e jî’
Nivîskar û rojnamevanê Kuwêtî Mûbarek Mihemed El-Hacirî gelek caran di rojnameyên Kuwêtî de daxwaz kiriye ku civaka navdewletî piştgiriyê li gelê Kurd bike daku ew jî wek hemû neteweyên din bi serxwebûnê şad bibin.
Mûbarek Mihemed di daxwiyaniyekê de bo rojnameya Hewlêrê, ragehand ku berî Kurdan serxwebûna Kurdistanê xewna wî ye û wiha axifî: ‘’Bi qeweta Xwedê emê di Kurdistaneke azad û serbixwe de bi hev şad bibin û serdana we bikim.’‘
El-Hacirî wiha axifî: ‘’Gelê Kurd mileteke daxwaza aştiyê dike û fêdaya wan bo navçeyê heye neku zerar, loma her dem min daxwaz kiriye Kurdistan wek hemû welatên din bibe dewleteke serbixwe.’‘
Derbarê rewşa İraqê de jî Mûbarek Mihemed El-Hacirî di nivîsînên xwe de wiha dibêje: ‘’Dewleta İraqê nikare xwe birêve bibe û di dîrokê de ji xeynî şer û malwêraniyê tiştekî din jê neweşiya ye.’‘
Mûbarek El-Hacirî kesayetiyekî lîberal û nivîskarekî xwedan ezmûn e, nivîsînên wî di medya û nav xwendevanan de cihê baweriyê ne û yek ji dostên gelê Kurd e.
Basnews
