PDKê û Gorran civiyan
Îro şandeke Tevgera Gorran serdana Polîtbîroya PDKê li bajarokê Pîrmam kir û dê derbarê awayê beşdarîkirina Gorran di hikûmeta bê de gotûbêjê bikin.
Şanda Gorran ku bi serokatiya Omerî Seyid Elî ye, ji Celal Cewher, Mistefa Seyid Qadir, Aram Şêx Mihemed û D. Ako Mihemed pêk tê.
Şanda PDKê ji D. Roj Nûrî Şawês, Fazil Mîranî, Mehmûed Mihemed, Dilşad Şehab û Azad Berwarî pêk tê.
Tevgera Gorran biryar daye beşdariya kabîneya heştem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike û PDKê ku di hilbijartinan de ya yekem bû, pêşwaziya beşdariya wê tevgerê kiriye.
Rudaw
