• Thursday, 12 February 2026
logo

Heftê rêberên cîhanê û bi dehan hezar kes di merasima oxirkirina Nelson Mandela de amade bûn

Gulan Media December 11, 2013 Nûçe
Heftê rêberên cîhanê û bi dehan hezar kes  di merasima oxirkirina Nelson Mandela de amade bûn
Duh sêşembe merasîma behiya serokê berê yê Afrîqaya Başûr Nelson Mandela bi beşdarîya heftê serok û serkirdeyên cîhanê û beşdarîya dehan hezar welatîyên Afrîqaya Başûr li bajarê Johansburgê birêve çû.

Herweha Duh bi hezaran welatî û nêzîkî hezar rojnamevan li ber baranê li bajarê Johansburgê li cihê merasîma Mandêla amade bûne.

Di merasima oxirkirina Mandela de 70 rêber û serkirdeyên cîhanî amade bûn. Di nav rêberên cîhanê de, serokê Amerîkayê Barak Obama, serokwezîrê Brîtaniya David Kameron, serokê Fransa Fransuwa Hollande, serokê Afxanistanê Hamid Karzay û serokê Zimbabwê Robert Mugabe di merasîmê de amade bûn. Rêberên cîhanê û bi hezaran welatî li stadyuma serekîya fotbalê ya bajarê Johansburgê beşdarî di merasîma oxirkirina Nelson Mandela de kirin.

Bûyera herî balkêş di ewê merasîmê de ew bû, ku serokê Amerîkayê Barak Obama silav li serokê Kubayê Raul Kastro kir. Her ji sala 1961pêde , çi têkeliyên diplomatîk di navbera Amerîka û Kubayê de nebûne. Amerîkayê herwiha dorpêç li dijî Kubayê ragihandiye.

Xebatkarê li dijî apartaydê û serokê berê yê Afrîqaya Başûr, ku 95 salî bû, heftiya bihorî ji ber nexweşîyê malavayî li jiyanê kir.

Hêjayî gotinê ye ku berya 20 salan Nelson Mandêla piştî du rojan ji azadkirina wî li zîndanê li heman cihî li pêşiya bideh hezaran alîgirên xwe kolmê xwe hildaye jorê û gotina “Amandla” bi wateya deshilatê qîriyaye û ji gelê xwe re axiviye.

Nelson Mandêla piştî ku 27 salan di zîndana hikûmeta metînger de derbas kir di sala 1990 de serbest hate berdan û piştî wê bi 4 salan di hilbijartinên Efrîqa Başûr de biser ket û bû serokê welat.

VOA, Xendan
Top