• Thursday, 12 February 2026
logo

Çar girtiyên Kurd 17 sal e nikarin malbatên xwe bibînin

Gulan Media December 10, 2013 Nûçe
Çar girtiyên Kurd 17 sal e nikarin malbatên xwe bibînin
Li gor daxuyaniya Girtiyekî Kurd, çar girtiyên siyasî yên Kurd û endamên partiyeke dijberî Komara İslamî ya Îranê, piştî 17 salên girtîgehê bi tu awayî destûra izin wergirtinê ji girtîgehê nestandine.

Girtiyê berê yê bi navê Cehangîr Hatemî, ku niha li welatê Almanyayê dijî got: ’’Çar girtiyên bi navên: Omer İmamî, Mihemed Muradî, Walî Dirûdî û Elî Salihî ku ji sala 1996 heta niha di girtîgeha bajarê Yezdê da ne, ji girtîgehê neçûne derve.’‘

Li gor gotina navbirî ew 4 girtî sala 1999’ê ji Kirmanşanê bo Girtîgeha navendî ya bajarê Yezdê hatine veguhestin.

Li gor agahiyan Dadgeha Şoreşa Îslamî ya Kirmanşanê bi henceta endamtiya di partiyeke dijberî Îranê cezayê hetahetayî ji bo Omer İmamî û Walî Dirûdî biriye û ji bo Elî Salihî û Mihemed Muradî jî bi heman hencetê 20 sal hepsa taloq hatiye birîn.

Basnews
Top