Nucêfî û Mutleg hevpeymanîyekê pêk tînin
Bi daxuyaniyekê bo ajansa niştimanî ya Êraqê, parlemanterê bereya diyaloga niştimanî ya bi serokayetiya Salih Mutleg, Heyder Mula ragihand: Serokê lîsta Mutehîdon Usame Nucêfî û serokê lîsta Êraqî erebî Salih Mutleg li ser hevgirtina lîsteyên xwe rêkeftine û li jêr navê Yekîtî hevpeymaniyek nû ji bo hilbijartinên parlemanê ya dahatû pêk anîne.
Bi gotina Mula, Usame Nucêfî dê bibe serokê hevpeymaniya “Yekîtî” û Salih Mutleg jî wê bibe berpirsyarê mekteba siyasî yê wê hevpeymaniyê. Eve ji bilî beşdariya her yek li Ehmed Ebu Rîşe, Selman Cumeylî, Selîm Ciborî, Heyder Mula, Mihemed Temîm û Re`d Dehilkî wê bibin mekteba siyasî ya hevpeymaniya nû ku pêştir her yek ji wan serkirdeyên berê yê ew herdu lîsteyan bûn.
Pêkanîna ew hevpeymaniya nû ya Sunî`yan di demekê de ye ku derbeyek mezin li serokwezîrê Êraqê Nurî Malikî ketiye piştî destjikarkêşana du serkirdeyên nêzîkî wî ku Samî Eskerî û Îzet Şabender in.
