• Thursday, 12 February 2026
logo

Kurdistan di jêr berfê de ye!

Gulan Media December 9, 2013 Nûçe
Kurdistan di jêr berfê de ye!
Li Bakurê Kurdistanê ji ber barîna berfa zêde û baranê sermayê jî bandora xwe nîşan da. Li Agiriyê rêyên 462, li Erdexanê, 26, li Îdirê 50, li Qersê 22, li Mûşê rêyên 9 gundan û 22 mezra, li Bêdisê jî rêyên 16 gundan hatin girtin.

Li Bakurê Kurdistanê barîna berf û baranê zêde bandor li hevwelatiyan kir. Li gorî raporên daneyên Rêveberiya Giştî ya Karên Meteorolojiyê ji ber hewaya Sibiryayê herêm ket bin bandora hewaya sar.

Li herêmê serma heta jêr sifrê 18 derece jî daket. Li Erdexan û Qersê hewa daket bin sifrê. Li Erzirom, Qers, Erdexan, Agirî û Îdirê jî ji ber berfa zêde û baranê rêyên gelek gundan hatin girtin.

Li Agiriyê ji ber berfa zêde rêyên 462 gundan, li Erdexanê 26, Îdir 50, Qers 22, Mûş 9 gund û 22 mezra û li Bedlis rêyên 16 gundan hatin girtin. Li aliyê din rêyên navbera Bedlis-Tetwan, Bêdlis-Mûş û Bedlîs-Diyarbekirê bi xwê destûr nadin ku cemed çê bibe.

Rêveberiya Meteorolojiyê şofêr û hevwelatî hişyar kirin û xwest li hemberî cemedê tedbîrên xwe werbigirin û amadekariyên xwe bikin.

Basnews
Top