Li Sûriyê her 11 xulek kuştiyek heye
Rewangihê di raportekê de ku di 2 Kanûnê de belavkiriye ragihand ku dê sibe (08.12.2013) temenê şoreşa Sûriyê bibe 1000 roj.
Derbarê hûriyên hejmara kuştiyan, Rewangihê ragihand ku piraniya wan 128 hezar kese hatine kuştin ji çekdarên opozîsyonê û hêzên ser bi rejîmê ve ne, lê di nav wan de 44 hezar kuştî ji xelkên sivîl hene ku ji wan 6 hezar û 627 zarok û 4 hezar û 454 jin in.
Herwiha Rewnagiha Mafên Mirovan a Sûriyê di raportê de eşkere kir ku 16 hezar girtî di zindanên rejîma Sûriyê de hene, û 5 hezar ji alîgirên rejîmê ji aliyê çekdarên radîkal û grûpên ser bi rêxistina el-Qaîdê hatine girtin.
Ji aliyek din, Tora Euro-Mediterranean a Mafên Mirovan di raportekê ku berî du heftiyan belavkiriye ragihand ku, ji 15ê Adara 2011an û heta niha 6 hezar jin bûne qurbaniyê dset dirêjiya cinsî, ji aliyê hêzên ser bi rejîma Sûriyê yan ji aliyê çekdarên alîgirê rejîmê ve.
Derbarê ziyanên madî, li gorî nûçeyeke televîzyona al-Arabiya, ji dema dest pê kirina krîza Sûriyê, 3 milyon xanî û avahî û dukan hatine têk birin.
Şoreşa Sûriyê bi destê zarokê parêzgiha Derayê di 15ê Adara 2011an de dest pêkir, û piştre brûska şoreşê gihişte piraniya bajar û bajarokên wî welatî, û ji wê demê heta niha şer û kuştin berdwame.
Çavlirê ye ku di 22ê Çileya 2014an de kongirya çareserkirina krîza Sûriyê, yak u bi navê Cenêv2 tê naskirin, were lidarxistin, û têde çareseriyek ji vê krîzê re bê danîn.
Rudaw
