• Thursday, 12 February 2026
logo

Protesto kirina kuştina ciwanên Kurd li Istenbûlê

Gulan Media December 8, 2013 Nûçe
Protesto kirina kuştina ciwanên Kurd li Istenbûlê
Li Îstenbûlê xwepîşandanek bo protesto kirina du ciwanên Kurd hate sazkirin.

Îro li bajarê Îstenbûlê xwepîşandaneke girseyî bo prtoesto kirina kuştina ciwanên Kurd li Geverê hate sazkirin.
Di vê xwepîşandana han de xwepîşander daxwaz ji rayedarên hikûmet û aliyên têkeldar kirin daku, bilez berpirsên kuştina wan du ciwanan eşkere û radestî dadgehê bikin.

Xwepîşander herwiha diyar kirin ku, mebest ji kuştina wan du ciwanan aloz kirina rewşa deverê û provoke kirina pêvajoya aştiyê ye.

Hêjayê gotinê ye ku, roja pêncşem li Geverê di dema xwepîşandanê de gole li xwepîşanderan hatibû berdan û di encam de du ciwanên Kurd canê xwe ji dest dabûn.
Top