• Thursday, 12 February 2026
logo

160 Kurd çûne cîhadê û 25 ji bo xwekujiyê amade ne

Gulan Media December 8, 2013 Nûçe
160 Kurd çûne cîhadê û 25 ji bo xwekujiyê amade ne
Berpirsê ajansa Parastin û Zanyarî ya Herêma Kurdistanê derheqê çûna gêncên Herêma Kurdistanê bo Sûriyê ragihand ku li navçeya Silêmanî û Helebçe zêdetir li 100 gênc û li Hewlêrê û Badînanê zêdetir li 60 kes û ji Kerkûkê û Xormatuyê navbera 60 ta 70 kes berê xwe dane Sûriyê.

Lahor Şêx Cengî di çavpêkeftinekê li gel rojnameya Kurdistana Nû ku wê sibe naveroka wê belav bike dibêje: Zanyaria me heye ku hemû ew kes bi navê cîhadê çûne Sûriyê hemû mijûlî perwerde û rahênanê ne û grupekî taybet jî ku ser bi Kurdên Êraqê hatiye pêkanîn û di hemû waran de perwerde wergirtine.

Berpirsê ajansa Parastin û Zanyarî, Lahor Şêx Cengî ragihand: Zêdetir li 25 kes ji wan kesan ku perwerdeya wan berdewam dike amadebûna xwe bo karê xwekujiyê nîşandane.

Lahor Şêx Cengî bal kişand ser wê yekê jî ku: Ji ber ew êrişên ne rewa ku li dijî dazgehên ewlekariya Silêmaniyê tên kirin car caran bala me belav dike li ser ew hereşeyên mezin ên terorê ku li ser navçeyê heye.

Xendan
Top