• Thursday, 12 February 2026
logo

Li Geverê îro jî dikan nehatin vekirin

Gulan Media December 8, 2013 Nûçe
Li Geverê îro jî dikan nehatin vekirin
Li navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê wek nerazîbûnekê li hember kuştina her du hemwelatiyên Kurd Mehmet û Veysel Îşbîlîr, îro hemwelatî neçûn ser kar û dikanên xwe venekirin. Walitiya Colemêrgê jî derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir.

Li gor nûçeya DÎHAyê, li navçeya Geverê duh û îro dikan nehatin vekirin. 3 roj berê girseya ku êrîşa li dijî gorên gerîlayên PKKê şermezar kiribûn rastî êrîşa polîsan hatibûn.

Di êrîşa de hemwelatiyê bi navê Mehmet Reşît Îşbîlir û biraziyê wî Veysel Îşîlir bi guleyan kuştibûn.

Duh jî di merasima cenazeyên her du kesan de polîsan dîsa li ser girsê gule reşandin û di reşandina guleyan de hemwelatiyê 25 salî Bêmal Tokçu birîndar bû.

Li aliyekî hêj rewşa Tokçu giran e.

Îro jî wekî duh, hemwelatî neçûn ser kar û dikanên li Geverê nehatin vekirin.

Li hember vê yekê, Walitiya Colemêrgê di daxuyaniyekê de goy “Piştî ku cenazeyê her du xwepêşanderan hatin veşartin, hin xwepêşanderan bi kevir û molotofan êrîş birin ser du wargehên xwendekaran”.

Li gor nûçeya ajansa Andolu, Walitiya Colemêrgê derbarê bûyerên Geverê de daxuyaniyek belav kiriye û tê de wiha hatiye diyarkirin: “Xwepêşandana êrîşî polîsan kirin, li ser vê pevçûn derket û di encama êrîşê de 2 kes mirin”.

Di daxuyaniyê de herwiha wiha hatiye gotin “Piştî ku cenazeyê her du xwepêşanderan hatin veşartin, hin xwepêşanderan bi kevir û molotofan êrîş birin ser 2 wargehên xwendekaran. Hat diyarkirin ku xwepêşandêrekî biçek birîndar bû û bo nexweşxaneya Wanê hat rakirin”.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Li ser êrîşê tîmên taybet sewqî cihê bûyerê hatin kirin û êrîşkaran êrîş birin ser tîmên taybet jî. Di encama êrîşê de êrîşkarekî biçek birîndar bû û sewqî nexweşxaneya Wanê hat kirin. Derbarê bûyerê de lêkolîneke berfireh hat destpêkirin û dê ji geşedanan gel jî bê agahdarkirin”.

Rudaw
Top