Li Geverê polîsan 2 kes qetil kirin
Meşa girseyî a ku li Taxa Orman a Geverê ji bo protesto kirina êrişên ku 2 mehin li ser gorên 8 gerîlayên HPG’ê pêk hat polîsan bi guleyan êrişî girseyê kirin.
Girseya ku li goristanê hatin gel hev di navde Serokê BDP’ê yê Navçeya Geverê Nail Durmaz, Serokê Şaredariya Geverê Ercan Bora, rêveberên BDP’ê yên navçê, endamên meclisa şaredariyê, endamên Meclisa Giştî a Navçê, MEYADER, TUHAD-FED, KURDÎ-DER, Komeleya Çand û Hunerê a Geverê, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê û li gel muxtarên taxan bi hezarn kes tevlî meşê bûn. Girên ku li pêşberê goristanê ciwanan alên PKK’ê lê daliqandin. Du alên PKK’ê û KCK’ê yên ku pêştir hatinbûn jêkirin cardin hatin daliqandin. Jin û zarokan gûl danîn ser goran. Girse li ser goran bi sirûda “Ey Reqîp” deqeyek rêzgirtin pêk anîn û pankartên weke “Dewleta Tirk cardin destdirêjî şehîdên me neke” û “Yan em niha xwedî li goristanên xwe derkevîn yan jî ne ti carî” hatin vekirin.
Endamê YDG-H’ê yê ku rûyê wî girtî di nava posterên Ocalan û alên PKK’ê de daxuyanî da wiha got: “Şehîd nûnertiya jiyana bi rûmetin. Êrişên li dijî şehîdên me weke ciwan sebra me gehiştiye dawiyê. Em vêna bi zelalî û diyar tînin ziman ku ji vir şûnde êrişekî herî biçûk a li dijî şehîdên me em wê li ser bingehê parastian rewa hemû derfetên xwe yên parastinê bi kar bînîn, yên ku êrişê dikin kî dibe bila bibe wê bi şeklekî herî giran bêne ceza kirin. Dewleta Tirk û heval bendên wê yên xwecih bila xeta me a sor derbaz nekin.”
Kom piştre di taxên Orman û Kişla re derbaz bûn û hatin pêş Otela Oslo. Li vir ji rêveberên MEYADER’ê yê Geverê Îdrîs Kirkagaç daxuyanî da û nerazîbûna xwe li hemberî xerab kirina goran anî ziman.
Di dema daxuyaniyê de polîsan bêy ti hişariyek bikin bi bombeyên gazê û ava şil êrişî girseyê kirin.
Êrişa polîsan ciwanan bi molotofkoteylan û guleyên hewayî bersiv da û pevçûn demekî dirêj dewam kirin.
Di pevçûnan de di encama gulebarana polîsan de ciwanên birayên yek Reşît Îşbilir û Veysel Îşbilir jiyana xwe ji dest dan.
Cenazeyên ku hatin rakirina Nexweşxaneya Dewletê a Geverê polîs ewlehiyên mezin digirin. Li navçeyê pevçûn berdewam dikin.
ANF
