• Thursday, 12 February 2026
logo

Daxuyaniya Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya ji bo koça dawiya Nelson Mandêla

Gulan Media December 7, 2013 Nûçe
Daxuyaniya Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya ji bo koça dawiya Nelson Mandêla
Bi bîhîstina nûçeya koça dawiya têkoşerê azadîxwaz Nelson Mandêla gelek xemgîn bûyîn.

Jiyan û helwest û kirdarên Mandêla bûye sembolekî cîhanî ji bo hemû azadîxwazan. Ev zilamê mezin ji bo hemû mirovek waneya berxwedan û aştîxwazî û mirovdostî û dûrketina ji tundutîjiyê ye. Bi navê gelê Kurdistanê serxweşiyê li hemû aştîparêz û azadîxwazên cîhanê dikin. Mandêla pêgehekî mezin li nav dil û derûniya gelê Kurdistanê de heye ji ber ku gelê Kurdistanê li rêzbenda yekema van gelane ku şeydayê azadiye û ji destê sîtem û zordariyê de gelek êş û jan dîtiye.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê
06.12.2013
Top