• Thursday, 12 February 2026
logo

“Terorîstekî êrîşa Kerkûkê xelkê Helebce bû”

Gulan Media December 5, 2013 Nûçe
“Terorîstekî êrîşa Kerkûkê xelkê Helebce bû”
Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ragihand ku di şerê duh yê li nêzîk avahiya îstixbarata Iraqê li bajarê Kerkûkê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da û 6 çekdar jî hatin kuştin.

Duh piştî nîvro otombêleke bombekirî li ber avahiya dezgeha îstixbarata Iraqê li bajarê Kerkûkê teqiya û piştî teqînê hejmarek çekdar êrîşî avahiyê kirin û xistine bin kontrola xwe û piştre şer û pevçûn di navbera êrîşkeran û hêzên ewlekariyê de derketin.



Necmedîn Kerîm derbarê bûyerê de ji radiyoya Dengê Amerîka re got ku destpêkê kesekî xwe ku bi otombêlekê çû nav avahiya îstixbaratan li Kerkûkê û xwe teqand û piştre 3 çekdarên din êrîşî avahiyê kirin.

Kerîm aşkere kir ku çekdaran nikarî derbasî avahiyê bibin û di avahiya li hemberî avahiya îxtsixbaratan asê man û 11 kes wek dîl girtin û axaftina xwe wiha domand: “Terorîstan di pilana xwe sernekeftin û hêzên asayiş û polîsê karîn her 11 kesên dîl aza bikin”.

Parêzgarê Kerkûkê herwiha got “Di êrîşê de 4 kes şehîd ketin û bi kêmanî 6 terorîst hatine kuştin û 2 bi birîndarî hatine girtin ku yek ji wan birîna wî sivik e û yê din birîna wî giran e”.

Necmedîn Kerîm aşkere kir ku yek ji “terorîstên” êrîşa duh a Kerkûkê xelkê bajarê Helebce bû û ji Sûriyê vegeriyabû û ligel wan “terorîstan” hatibû Kerkûkê.

Rudaw
Top