• Thursday, 12 February 2026
logo

DAÎŞê zêdetirî 50 Kurd li Helebê revandin

Gulan Media December 5, 2013 Nûçe
DAÎŞê zêdetirî 50 Kurd li Helebê revandin
Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê ragihand ku di her sê rojên borî de zêdetirî 50 hemwelatiyên Kurd ji aliyên çekdarên radîkal ên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) ve hatin revandin.

Rewangehê di daxuyaniyekê de aşkere kir ku DAÎŞê di her sê rojên borî de 51 hemwelatiyên Kurd li bajarê Munbic û gundên derdora wê û herwiha li bajarê Cerablusê yên ser bi parêzgeha Helebê ve revandine.

Rêxistinê aşkere kir ku di nava kesên hatine revandin de 2 zarok û 7 keç hene û heta niha çarenivîsa wan nediyare û kes nizane ew li kûderê ne.

Munbic û Cerablus ku gelek malbatên Kurd jî têde dijîn, li bakurê rojhilatê Helebê dikeve û di bin kontrola çekdarên DAÎŞê de ne.

Revandina van Kurdan di demekê de ye ku DAÎŞê biryar daye hemû navçeyên di bin kontrola PYDê de dorpêç bike, bi taybet herêmên Kobanî û Efrînê yên Rojavayê Kurdistanê.

Di tîrmeha borî de, çekdarên DAÎŞê nêzîkî 200 hemwelatiyên sivîl ên Kurd ji her du bajarokên Til Eran û Til Hasilê yên Kurdan revandin. Li gor Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê hejmarek kêm ji wan kesan hatin berdan, lê heta niha bi dehan kes li cem DAÎŞê girtî ne.

Rudaw
Top