Ehmed: Herêma Kurdistanê bi başî siyaseta neftê piraktîze dike
Ehmed behsa rola herêma Kurdistanê di jinavbirina rijêma diktatoriya Sedam Hisên û di nivîsîna destûra Îraqê û avakirina Îraqa nû de kir:
- Di destûra Îraqê de ku, bi piraniya dengên îraqiyan hatiye pesind kirin bi zelalî sektora neftê rêkxistiye û desthilt jî diyar kirine. Li herêma Kurdistanê di dema pêkanîna kabîneya pêncem a hikûmeta herêma Kurdistanê de wezareta samanên xwezayê hat dirust kirin, pêştir di kabîneyên yekem, duyem, sêyem û çarem de herêma Kurdistanê ew wezaret nebû, ji berku hîngê Îraqê destûrek nebû warê neftê rêkbixe û maf bi herêma Kurdistanê bide di warê neftê de kar bike.
Cîgirê serokwezîrê Kurdistanê di berdewamiya axaftina xwe de got ku, li gor benda duyem ji madeya 111 a destûra bingehên a Îraqê dibêje ku, hikûmeta federal digel hikûmetên herêmî siyaseta stratejîk a neftê diyar dikin :
- Me li herêma Kurdistanê, li gor wê madeya destûra Îraqê, dest bi karên xwe kiriye û di wî warî de pêşkeftin jî me bidest xistine.
Em dixwaz in dahatinyekê bo herêma xwe û welatê xwe bidest bixin û beşdariyê di bilindkirina dahatiniyê Îraqê jî de bikin.
Ehmed got ku, ew siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê di warê neftê de diyar kiribû bi awayekî baş ew siyaset tê piraktîzekirin û 57 kompaniyan kontirakt digel herêma Kurdistanê îmza kirine:
- Eger Îraq dahatiniyê neftê bi yeksanî dabeş bike, ew yeksanê dibe sedenê Îraq yekgirtî bimîne, eger dahatiniyê neftê bi yeksanî dabeş neke dê karesar û malwêranî çê bin û tecrûbeya me di vî warî de heye.
