‘63 ciwanên Kurd çûne nav grubên Îslamî yên Sûriyê’
Di beyannameya Asayîşa Silêmaniyê de ku kopiyek ji BasNewsê re hatiye şandin, wiha tê gotin: ‘’Me wek Rêveberiya Asayîşê piştî ku bi hewldanên wan grubên hesiyan, tedbîrên pêwist wergirtine. Herwiha li gor yasa ew kes tên girtin û dadgehkirin, heta niha jî 16 kes bi tohmeta terorê hatine girtin û dadgehkirin.’‘
Beyanname wiha berdewam dike: ‘’Şoreşa Sûriyê bandor li İraqê kir û ji wir jî kêm zêde gehişte Herêma Kurdistanê û niha tesîra wê dixwiye, vêna derfet ji hinek kesan re çêkir ku bala ciwanên Herêma Kurdistanê bi navê ola Îslamê ya pîroz bi aliyê ‘cîhadkeran’ ve bikşîne û berê xwe bidin wî welatî.’‘
Li gor beyannameya Asayîşê, ew ciwanên ku diçin Sûriyê, diçin rêza rêxistinên ‘terorîst’, ji wan Cepheya El-Nusra, Ketîbeya Mihacirîn û Ensar, Dewleta Îslamî ya İraq û Şamê û Artêşa Azad a Sûriyê.
Di beyannameyê de wiha tê gotin: ‘’Ev ciwanên han wiha tên xapandin ku li dijî birayên xwe yên Kurd derdikevin û şerê wan dikin ku çendîn sal e di jêr zilm û zora dagîrkeran de ne. Bi awayekî ew ciwan tên xapandin ku nizanin ji bo çi armanc û mebestekê ev rêya han dane pêşiya xwe, çima teşwîqkirin, dijî hev şer dikin û ji bo kê xwe didin kuştin.’‘
Beyannameya Asayîşa Silêmaniyê wiha bi dawî dibe: ‘’Hinek ji wan dema vedigerin poşmanbûna xwe tînin ziman û dibêjin me nedizanî ku li dijî gel û neteweya me şer bi me dikin. Dema pê dihisin ku hatine xapandin direvin ku bi rêya Tirkiyê û bi navê geştê çûne Sûriyê yan jî bi rêya deriyên sînor ên Mûsilê. Herwiha li gor yasaya terorê kesên destê wan di xapandina van ciwanan de heye dê bên dadgehkirin û darizandin.’‘
Basnews
