• Thursday, 12 February 2026
logo

Komîsyona çareserî rapoeta xwe eşkere kir

Gulan Media December 3, 2013 Nûçe
Komîsyona çareserî rapoeta xwe eşkere kir
Komîsyona çareseriya pirsa Kurd ya parlementoya Tirkiyeyê raporta xwe eşkere kir.

Duh li Enqereyê di presskonferansekî de komîsyona şopandina qonaxa çareseriya pirsa Kurd yaku, ji aliyê parlementoya Tirkiyeyê ve hatibû damezrandin raporta xwe eşkere kir.

Di vê derbarê de Serokê komîsyonê Nacî Bostancî ragehand ku, ew raporta han raportekî berfire û girînge, bo amadekirina vê raporta han li gel hijmareke zêde ji zerermendên şer, koçber, akademîsiyen, nivîskar û nunerên saziyên medenî civîn hatine sazkirin.

Nacî Bostancî di beşeke din ji axaftinên xwe de spasiya parlementerên BDPê û yên AKPê ên ku, di komîsyonê de cîh girtine kir û ragehand ku, ew endam û parlementerên han bo amadekirina wê raportê gelek hwelên girîng dane.

Bostancî eşkere kir ku, ew raporta han 450 rûpele û kopiyeke wê jî ji Serokatiya parlementoyê re hatiye pêşkêşkirin.
Top