• Thursday, 12 February 2026
logo

Li Sediyeyê 7 kes hatin kuştin û 4 kesên din jî birîndar bûn

Gulan Media December 2, 2013 Nûçe
Li Sediyeyê 7 kes hatin kuştin û 4 kesên din jî birîndar bûn
Di encama du teqînan li Sediyeyê de 7 kes hatin kuştin û 4 kesên din jî birîndar bûn.

Di vê derbarê de çavkaniyên ewlekarî yên li Sediyeyê ragehandin ku, Duh du bombeyên vedayî li taxê Wehde ya li bajarokê Sediyeyê de hatine teqandin û di encam de 7 kes canê xwe ji dest dan û 4 kesên din jî birîndar bûn.

Ji aliyeke din ve hate zanîn ku, 3 welatiyên Kurd yên ku, li Bexdayê dijîn di dema serdana xwe ya bo gundên devera Celewlayê de hatine refandin.
Top