Taner Yildiz tevî nerazîbûna Bexdayê gihişte Hewlêrê
Êvara yekşemê Taner Yildiz gihiştbû Bexadiyê û digel cîgirê serokwezîrê Iraqê bo karê enerjiyê, Hisên Şehristanî de civiya bû.
Taner Yildiz îro (02.12.2013) digel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Braznî, beşdarê konferansa petrol û gazê bû, ku li Hewlêrê birêve diçe.
Yildiz di hevpeyvînekê de digel Rûdawê, ku duh (01.12.2013) hatibû belavkirin ragihand :“ Tirkiye roleke serekî di bicîhan kirina bazara petrola Herêma Kurdistanê de, dibîne”.
Herwiha Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê derbarê civîna Serokwezîrê Tirkiye û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, got :“Ew civîneke gellek berhemdar bû”.
Rudaw
