Aktay: Nijadek bi navê “Tirk” li Tirkiyê nîne
Yasin Aktay ku di heman demê de Serokê Enstîtuya Fikrên Stratejîk (Stratejik Düşünce Enstitüsü” e bersiva pirsa guhdarekî ku got ‘‘ma ji boko em bibin dewleteka civakî rast e ku em neteweperestiya kesên piraniyê pêktînin bixin bin lingan’‘ da û got:
‘‘Heger hun li vî welatî hesabê xwe tenê li ser Tirkan bikin mesrefa vê û maliyeta vê dê pir zêde be. Hunê Tirkiyê bibin ber şopa parçebûnê. Hun nikarin mirovên din ên li Tirkiyê memnûn bikin. Hun dê mirovên dî li hemberî xwe sor bikin. Ji ber hindê jî gelek girhing e ku em li ser esasê hemwelatîbûnê pênaseya milet bikin. Te miletek divê? Vaye ji te re miletek!. Di netîceyê de naveroka miletbûn bi xwe bi destê siyasiyan tê dagirtin. Kesên siyasî naverok, têdahî û pênaseya miletan çêdikin. Ji te re gotine ku “tu Ttirk î”. Ma tirkbûn çi ye. Ne ji xwe ve tu ji Asyaya Navîn hatî. Mirov lê dinêre, gelo bapîrê çend ji me ji Asyaya Navîn hatine? Ka bi rastî vê pirsê bike. Ma tişteke wiha heye? Ji xwe etnografyaya wî miletî jî hêdî-hêdî hatiye bikaranîn. Bi rastî jî wiha ye. Mesela “Tirk” çi ye? Analîzeka pir taybet ya Ismet Ozel heye. Ji xwe ya ku em jê re dibêjin “Tirk” sentezek e. Nijadek bi navê “Tirk” nîne.’‘
Nefel
