• Thursday, 12 February 2026
logo

El-Nûsra derbasî bajarokekî kevnar ê Xristiynan bûn

Gulan Media December 1, 2013 Nûçe
El-Nûsra derbasî bajarokekî kevnar ê Xristiynan bûn
Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê ragihand ku şer û pevçûnên dijwar di navbera opozîyona çekdarî ya Sûriyê ku di nav de jî Cebhet el-Nûsra heye û artêşa rejîmê de li bajarokê Meilûla li devera Qelemûnê derketine.

Li gor zanyariyên wê rêxistinê, el-Nûsra û grûpên din ên opozîsyona Sûriyê derbasî nav bajarokê Meilûla yê Xristiyanan bûne û hewla kontrolkirina bajarokê didin.

Di îlona borî de û di encama şer û pevçûnan de, bajarokê Meilûla kete bin destê hêzên opozîsyonê. Wê demê piraniya nişteciyan bajarokê reviyan, lê piştre bajarok car din kete bin kontrola rejîmê.

Ji aliyê xwe ve, ajansa SANA ya fermî ya Sûriyê li ser zarê çavkaniyeke leşkerî veguhest ku leşkerên Artêşa Sûriyê grûpeke çekdar ku bi “terorîst” binav kir, li derdora Meilûla kuştine.

Bajarokê Meilûla nêzîkî 50 km li bakurê rojavayê paytexta Sûriyê Şamê dikeve û yek ji cihên kevnar ên Xristyanan e ku dîroka kevneşopên wê vedgere sedsala dehan berî zayînê. Heta niha nişteciyên wê yên Xristiyan û Misliman bi zimanê Aramî yê Hezereta Îsa diaxivin.

Rudaw
Top