Tirkiyê: Girêbestên petrolê li gor destûra Iraqê ne
Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê Levent Gumrukçu di daxuyaniyekê diyar kir ku Tirkiyê li gor destûra Iraqê digel Herêma Kurdistanê li ser hin rêkeftinên bazirganiyê li hev kirine û pêvajo hîn temam nebûye.
Derheqê rêkeftina navbera Hewlêr û Enqerê û nerazîbûna Bexdayê, Wezareta Derve ya Tirkiyê duh daxuyaniyekê de ragihand ku di serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya Tirkiyê de, di warê enerjiyê de û li gorî destûra Iraqê hinek rêkeftinên bazirganî lihevkirin çêbû lê “pêvajoya rêkeftinê hîn bidawî nebûye”.
Biryar e îro Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz serdana Bexdayê bike û derbarê girêbestên petrolê yên di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de gotûbêjê digel rayedarên Bexdayê bike.
Roja çarşema borî de, di civîna navbera Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan de girêbestek hat îmzekirin ji bo şandina petrol û gaza Herêma Kurdistanê di rêya Tirkiyê re bo bazarên cîhanê.
Roja înê çavkaniyekê ji hikûmeta Tirkiyê ji Rûdawê re ragihand ku di encama civîne di navbera Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan de 5 girêbest hatine îmzekirin û rêkeftineke bi cuda hatiye kirin.
Li gor daxuyaniya çavkaniya Rûdawê, şanda Herêma Kurdistanê û şanda Tirkiyê lihev kirine ku pereyên ji dahatê şandina petrol û gaza Herêma Kurdistanê bi dest bikevin, têkevin nav hesabekî ku bêy razîbûna Bexda, Hewlêr û Enqere ti pere jê neyê derxistin.
Bi gotina wê çavkaniyê, ti aliyek nikare bi tena xwe pere ji wî hesabê bankê derbixe û îmzeya her sê aliyan ji bo vê yekê pêwîst e.
Rudaw
