Konferansa Enerjiyê sibe dest pê dike
Hewramî da zanîn ku armanca konferansê pêşxistin û girîngîpêdana warê enerjiyê ye li Herêma Kurdistanê.
Biryar e nûnerên çendîn şirketên navxweyî û biyanî û pisporên warê petrol û enerjiyê beşdarî konferansê bibin. Herwiha tê çaverêkirin ku Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz jî beşdarî konferansê bibe.
Hêjayê bibîrxistinê ye roja 20.05.2012’ê bi slogana ‘’Ji Hewlêrê bo Cîhanê, Rêya Enerjiyê û Herêmê bo Pêşxistinê’ yekem Konferansa Navdewletî ya Enerjiyê li bajarê Hewlêrê hatibû lidarxsitin.
Basnews
